Tablêta Xewnê ya Gilgamêşê li Iraqê hate vegerandin

Du tablêtên kîlî ku sala 1991'ê dema Şerê Kendavê ji mûzeyeke Iraqê hatibû dizîn û biribûn DYE'yê li Iraqê hate vegerandin. Di van du tablêtan de beşek ji çîroka Gilgamêş tê vegotin.

Tablêta Xewnê ya Gilgamêş ku yek ji berhema herî kevn a nivîsta cîhanê ye û sala 1991'ê dema şerê Kendavê ji mûzeyeke Iraqê hatibû dizîn û biribûn DYE'yê, bi rengekî fermî DYE'yê li Iraqê vegerand.

Deqa dînî ya 3600 salî ku bi rengê Tablêta Xewnê ya Gilgamêş tê zanîn, beşek ji helbesta Sûmerî ya Dastana Gilgamêş e.

Du tablêtên kilî ku yek ji nivîsta herî berê ya nivîsa cîhanê ye, van sih salên dawî bi belgeyên qelp revandine gelek welatan. Heta beriya bi du salan jî li mûzeyeke nêzî avahiya hikûmetê ya DYE'yê bi rengekî aşkere dihatin nîşandan.

Lê duh bi merasîmeke li Enstîtûya Smîthsonîan a Washînton DC'yê tablêt bi resmî hate dayin û ji bo ku vegere ser xaka xwe rêwitiyê dest pê kir.

Dastana Gilgamêş helbesta epîk a herî kevn e. Beşek ji çîrokan bi Ibranî di Incîlê de jî hatine vegotin.

Tablêt beriya bi hezaran salan, li ser kîleke ku li Mezopotamyaya antîk dihate bikaranîn, bi nivîsa mîxî bi Akadî hatiye nivîsîn.

Zanyaran sala 1853'an, di bermayên pirtûkxaneya Kralê Asûran Asûr Banîpal ku li ser xaka Başûrê Kurdistanê  kraltî kiribû, guhartoyeke wê ya 12 tablêtî keşf kirin.

Çîrok li dora Kralê Urukê (Iraq) Gilgamêş derbas dibe. Efsane xwe dispêrê ser kralekî rastî ku Beriya Mîladê di navbeyna salên 2.800-2.500'î de serwer bûye.

Dema ku çîrok dom dikir Kral Gilgamêş nîv Êzdayek bû ku hêza wî ji diya wî jê re mabû.

Li gel hevalê xwe yê ku ji hêla heywanan ve hatî xwedîkirin, Boxaeyê Ezmanî ku tundiya Êzdayan temsîl dike, dikuje û jiyana nemiriyê keşf dike.

Di çîrokeke dî de ji bo ku giyayê nemiriyê bibîne dest bi rêwitiya deryayî kir lê marekî ew giya jê dizî.