Star mîrateya hunerê ya malbata xwe hildigire

Hunermend Star ê zarokê herî biçûk ê malê bû, karê hunerê ku ji dayika xwe fêr bû û dayika wî jî ji dayika xwe girtibû, heta roja îro dewam dike. Star bûye hilgirê mîrasa hunerê ya malbatê.

Di nava jiyanê de gelek serpêhatî û çîrok hene ku roman, fîlm û pirtûkê bi bergan jê bê çêkirin. Bi taybetî di nava Kurdan de hema bêje her ferdek ku berê wî/ê ketibe sirgûnê bi jiyîna xwe hem roman, hem fîlm û hem jî pirtûkên bi dehan bergin.

Niha jî em ê binêrin bê ka zarokekî Kurd çawa di nava çi şert û mercan de fêrî karê hunerê bûye û li ser vî karî çiqasî xwe pêş xistiye.

Hunermend Star Daniş ê ji eşîra Doskî ya Geverê ye ku ji sala 2005’an ve li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijî, ji 9-10 saliya xwe dest bi karê hunerê kirî, heta roja îro bi derfetê xwe xwedî li mîrasê hunerê yê malbatê derdikeve û bûye şopdarê wê. 

DAYIKÊ JI DAYIKÊ Û STAR JÎ JI DAYIKA XWE GIRTIYE

Malbata Star ji 7 kesan pêk tê, 4 bira 2 xwişk in. Biçûkê malê ye. Bavê wî 2007’an şehîd dibe. Heskirin û karê hûnerê ji milê malbata aliyê dayikê tê. Dayika Star mamosteyê wî yê hunerê ye û bi stranên xwe Star mezin kiriye û Star ê li ber wan stranan mezin bûyî, îro bi heman hestî distire. Dayika Star jî li ber dayika xwe fêrî karê hunerê bûye. 

MÎRASA MALBATÊ

Hunermend Star li ser vê yekê diyar dike ku ew ji dayika xwe fêrî vê yekê bûye û weke mîrasekê didomîne. Star got: “Destpêkê birayê min ê mezin ku ji dayikbûnê astengdar e, nabîne fêrî stran û estrûmanê bûye. Em sala 1996’an ta 2005’an li Îranê bûn. Dema em li Îranê bû, birayê min Mûsa tebûreke ya cûreya ku têgotin Tar distîne. Bi zorî û zehmetî pere berhev dike û dibe xwedî vê estrûmanê. Bi xwe xwe fêr dike.”

XWE BI HEV GIRTIN Û LI HEV KOM BÛN

Her ku Mûsa tembûrê lê dixe, ferdên din ên malbatê li dorî xwe kom dike û berê wan dide hunerê û dikişîne xwe. Bi stirîna Mûsa re xwişk û herî dawî jî Star dikeve nava vê koma malbatî ya hunerê ku weke mîrasekê tê domandin.

Dema ku Star hê biçûk bû, berê wan dikeve Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku yek ji kampên xelkê Botanê yên ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker hatibû avakirin dibe. Li vir bi dengê xwe yê xweş tevlî xebatên çand û hunerê dibe. Li vir weke malbat bi koma bi navê Koma Avaşîn derdikeve ser tikê û stranan distirin.

GITAR BÛYE ZIMANÊ WÎ

Her ku diçe, zêdetir Star dikeve nava hunerê û bi hunerê re mezin dibe, êdî dem tê ku estrûmanek hilbijêre. Star di nava estrûmanan de Gitarê dihilbijêre, zêdetir wê nêzî xwe dibîne, êş, jan û kêfxweşiyê xwe bi wê bistire. Star heman demê estrûmana orgê jî lêdixe û got: “Esas orgê û piştre jî gitarê lêdidim. Ez gitarê bi pisporî nizanim, di asta amatorî de bikar tînim. Derfet di destê me ciwanan de li vir nîne ku di asta pisporî de xwe fêrî estrûmanek çi tembûr, org, gitar an jî estrûmanek din bikin.”

JI BER BÊ DERFETIYÊ BERHEMÊN WAN MANE DI TÛRIKÊ WAN DE

Her ku dengê Star hate ecibîn û kêfa gel pê hat, zêdetir ew kişand nava karê hunerê. Li ser vê yekê sala 2009’an ji bo wî klîba ‘tu tu ka berxê min’ hate kişandin û weşandin. Heta niha Hunermend Star li gel malbata xwe ku Koma Avaşîn pêktîne gelek berhem derxistine û li ser vê jî vê dibêje: “Weke kom me hinek berhem çêkirine, lê heta niha nehatine derxistin; hê di tûrikê me de ye. Yek ji van berheman li ser xweşikbûna bihara Kurdistanê, yek li ser şehîdan, li ser şehîd Zîlan, heman demê yek li ser bavê xwe yê şehîd çêkiribûn. Ji ber derfet nebûn, nehatine kirina klîb û belavkirin.”

BI XWE FÊR BÛ, ZAROK FÊR DIKE

Hunermend Star ê ji zarokatî dest bi vî karî kir, xwe bi xwe fêrî hunerê bû; îro li gorî derfet û kêrhatiyên xwe zarokên penaber fêrî karê hunerê dike. Hunermend Star di bin sêwana Kevana Zêrîn de zarokên Mexmûrî fêrî gitarê dike. Di vê çarçoveyê de du dewre tên destpêkirin, yek ji van a tembûr û yek jî gitarê bû. Li ser xwesteka zarokan, dîsa nebûna mamosteyeke pispor, hunermend Star xwe dide ber vî karî û bi qasî 3 mehan zarokan perwerde dike. 

‘BI MÛZÎKÊ ŞOREŞÊ DIKARE BÎNE ZIMAN’

Li ser karê hunerê jî Hunermed Star vê tîne ziman: “Bi rêya mûzîkê mirov dikare şoreşekê bîne ziman. şereke bîne ziman. Hestê ku mirov nikare bîne ziman, bi rêya huner û mûzîkê dikarî vebêjî. Ji ber bandora zêde ya mûzîkê, mirov dikare wê weke çekekê jî bikar bîne. Ji ber ku mûzîk xwedî ciheke taybete di jiyana mirovan de. Rêya ku diçe hestê mirov e. Mûzîk jiyîn e. Mirov xemgîn be, dixwaze guh bide mûzîkê, mirov kêfxweş jî be dixwaze guh bide mûzîkê. Di her alî de mûzkî hevalê mirov ê jiyînê ye. Karê mirov çi dibe bila ew be, bila di her beşeke wî/ê yê jiyînê de mûzîk hebe.”