Saziyên Êzidiyan ji bo tevlêbûna 2'emîn Festîvala Çanda Êzdîxanê bang kirin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê, ji bo 2'emîn Festîvala Çanda Êzdîxanê ya 21'ê Gulanê li bajarê Celle yê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.

Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ), Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Navenda Yekîtiya Komeleyên Êzidiyan (NAV-YÊK), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Hevbendiya Êzidiyên Sûriyeyê (HÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan (SMGÊ) bi daxuyaniyeke hevpar ji bo tevlêbûna 2'emîn Festîvala Çanda Êzdîxanê ya li bajarê Celleyê bang kirin. Festîval wê di 21’ê Gulanê de were lidarxistin.

Di daxuyaniya banga festîvalê de ev tişt hate diyarkirin:

“Bi dirûşmeya ‘Bi xwedîderketina mîrasa Mam Zekî, Xweseriya Şengalê û çanda Ezdîxanê  biparêze’ 2’emîn Festîvala Çanda Êzdîxanê wê li bajarê Celleyê yê Elmanyayê were lidarxistin. 

2’emîn Festîvala Êzdîxanê, di pêvajoyeke girîng de tê lidarxistin. Dijminên welat, ax, bawerî, nasname û çanda me, rojane êrîşî cih û warên me dikin, axa me bombe dikin, mirovên me dikujin û koçber dikin.

Dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Kazimî û PDK, bi awayekî hevbeş, konsepta dagirkirin, qirkirin û fermanê kirine meriyetê. Dixwazin civaka Êzdî ji warê wê yê pîroz, ji Şengalê, derbixin û Şengalê bê Êzdî bihêlin. Bi vê armancê, hemû cûre êrîşan pêk tînin. Dixwazin Şengalê, bi destê DAIŞ’ê ferman û qirkirin anîn serê wê ku hîna birînên xwe nepêçan e, vê carê ew bi xwe di ferman û qirkirinek din re derbas bikin. Bi gotinek din, tişta ku van hêzan xwestin bi DAIŞ’ê bidin kirin û di 3’ê Tebaxa 2014’an de dayîn destpêkirin, dixwazin niha bi lez û bez temam bikin û fermana nîvcomayî bibin serî.

Çima dewleta Tirk a dagirker, Kazimî û PDK dixwazin bi taybetî Şengalê dagir bikin, ji Êzdiyan vala bikin, hêzên Parastina Şengalê têk bibin û îradeya wê ji holê rakin?

Ev hêz dizanin ku Şengal ji dîroka heya roja me, yek ji cihên herî pîroz û stratejîk yê vê civak û baweriyê ye. Şengal, her dem bûye perestgeh û parêzgeha vê bawerî û civakê. Bi taybetî jî çanda Êzdîxanê, di Şengalê de hatiye parastin. Folklor, edebiyat, huner, stran, awaz û zimanê vê civakê, bi reseniya xwe li Şengalê hatiye parastin. Şengal, navenda qewl, dia û dirûzên baweriya Êzdayetiyê ye. Çavkaniya cih û ola pîroz Êzdayetî û prototîpa Kurdewariyê ye. Di nava dengbêjî û stranên Şengalê de, dîroka me ya berxwedanê, evînî û mêrxasiyê hatiye hûnandin. Her wiha ferman û êrîşên li ser civak û baweriya me, di nava van stranên dengbêjiya Şengalê de hatiye ronîkirin û ji me re bûye wek dîroka bi zargotin. Îro li ber van stranan em hînî dîroka xwe dibin û dinivîsin.

Yê ku gel, bawerî û civakan li ser piyan dihêle û bi nasname û teşe û netewî dike; çand û ziman bi xwe ye. Dijminên bawerî, gel û civakan jî herî zêde êrîşî navendên wan yên xurt dikin, yek ji navendên herî xurt yê civaka Êzdî jî, Şengal e. Ji ber vê yekê, divê tevahiya civaka Êzdî û gelê Kurd, li Şengalê xwedî derkeve û biparêze. Xwedîderketina Şengalê, xwedîderketina çand û baweriya Êzdiyan û Kurdewariyê ye. Her wiha, civaka me li ku derê be bila bibe, divê li vê çanda ku heya roja me, nasnameya me û hebûna me ya parastî, bi awayekî xurt xwedî derbikeve, biparêze û xurttir bike. Li ser vî esasî, em bi vê bîr û baweriyê, bang li hemû civaka xwe û Kurdistaniyan dikin ku tevlî duyemîn Festîvala Çanda Êzdîxanê ya ku wê di 21ê Gulanê de, li bajarê Elmanya Celleyê  bibin.

Festîval wê bi bernameyeke dewlemend û li gorî rê û resmên Êzdayetiyê bi rê ve biçe. Wê qewl, beyt û dia bêne pêşkêşkirin, sembola çand û dîroka Êzdiyan bên raberkirin û nîşandan. Beşdarbûna me ya festîvalê, wê xwedîderketina li ked, bawerî û armancên cangoriyên 74 fermanan be. Wê bibe peyamek, ji bo dost û dijminan jî. Divê em roja 21’ê Gulanê, nîşanî tevahiya cîhanê bidin ku em şopdarê mîras û berxwedana Mam Zekî û şagirtiyên wî ne û em ê nasname û çanda Êzdayetiyê heya dawiyê biparêzin û bidin jiyandin.”