Polîtîkayên asîmîlasyonê li gelek bajaran hatin şermezarkirin

Polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk li gelek bajaran hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de hate gotin ku divê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, li pêşiya avahiya HDP'ê daxuyaniyek hate dayin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û gelek ji şêniyên navçeyê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî" hate hildan.

Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît diyar kir ku bi milyonan zarokên Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibin û got, "Dijminatiya li zimanê Kurdî ne tenê di nava sîstema perwerdeyê de ye. Li her qada jiyanê ev dijminatî xwe nîşan dide. Tunehesibandin û jiholêrakirina zimanê Kurdî bi rê û rêbazên cuda dewam dike. Astengî û qedexeya li ser Kurdî li gelek qadan xwe dide der. Ji bo ev yek ji holê bê rakirin, em bang li her kesên ji xwe re dibêje 'ez mirov im' dikin; ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê seferberiyê ragihînin. Em têkoşîna xwe ya ji bo vê ykeê mezin bikin."

Hasan Ozguneş jî ragihand ku hikumeta AKP'ê dewama mejiyê 12'ê Îlonê ye û got, "100 sal in zimanê Kurdan û nasnameay Kurdan qedexe ye. Divê em li ber vê rabin û têkoşînê mezin bikin."

RIHA

Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî li pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan daxuyaniyek da çapemeniyê. Bedevkê Komîsyona, Çand, Huner û Ziman a HDP'ê Omer Ocalan û parlamenter Ayşe Surucu jî di nav de nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Li çalakiyê pankarta bi nivîsa "Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê" hate hildan.

Endama Tevgera Jinê ya Azad (TJA) Garîbe Yeşîl destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke û divê bi destûra bingehîn bê ewlekirin.

Omer Ocalan jî işaret bi êrîşên li ser Kurdî kir û got, "Em dixwazin Kurd bi Kurdî dersê bibînin. Li dijî nasname û zimanê Kurdî dijminatî tê kirin. Îro bi milyonan zarokên Kurd dest bi perwerdeyê kirin. Em vê siyaseta qirêj qebûl nakin. Em zimanan û olan hemûyan diparêzin. Asîmîlasyonê rawestînin."

Li ser heman mijarê piştre li avahiya partiyê panelek hate lidarxistin.

ENQERE

Komeleya Çand û Hunerê ya Ziman a Anka (ANKA-DER) li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Endama ANKA-DER'ê Nebahat Çalpan li civînê axivî û destnîşan kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwedeyê û ji bo vê jî têkoşîn divê bê xurtkirin.

Çalpan destnîşan kir ku divê Kurdî ji kreşê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdeyê û got, "Ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û perwerdeya bi Kurdî fermî bibe, em banga têkoşînê dikin. Û li her qadê divê em ruhê seferberiyê bilind bikin. Dibistan û zanîngehên Kurd em li her derê ava bikin."

WAN

Li Wanê 24 partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li Kolana Hunerê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Perwerdekarê Kurdî Seyît Kiliç daxuyanî da û anî ziman ku zarokên Kurd ji zimanê xwe têne dûrxistin û asîmîlekirin. Kiliç xwest Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û fermî.

Li navçeyên Saray, Şax û Erdîşê jî bi heman armancê daxuyanî hatin dayin.

MÛŞ

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Mûşê li avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyaniyek da û xwest qedexe û êrîşên li ser zimanê Kurdî bi dawî bibin.