'Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê muzîk, şano û govenda Kurdî gihiştin asteke bilind'

Mamosteyên govend, muzîk û şanoya Kurdî diyar kirin ku piştî çirûska 19’ê Tîrmehê karên li ser muzîk, şano û govenda Kurdî gihişt asta herî bilind.

Di demên berê de jî govend, muzîk û şano li Kurdan qedexe bû. Lê piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê govend, muzîk şanoya Kurdî gihiştin astên herî bilind. Ji bo naskirina van pêşketinan me jî berê xwe da navenda çand û hunerê ya Kobanê.

Mamosteyê beşa govendê anîn ziman ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê asta govendê gihîşt asta herî bilind û got “Di demên berê de govenda Kurdî dîsa jî qedexe bû. Bi tenê bi def û zirneyê xwe îfade dikirin, lê piştî çirûska 19’ê Tîrmehê govenda Kurdî gihîşt astên herî bilind. Em jî hewl didin ku dîroka govenda Kurdî bi zarokan bêhtir bidin naskirin."

Ehlam Ebdî di derbarê muzîkê de diyar kir ew nikare pênaseya muzîkê bike û got “Di demên kevn de dema qala stranên Kurdî dihat kirin, li ser muzîka Kurdî qirkirin û tunekirin hebû. Lê niha em bi rêya muzîkê destan û orkestrayên me gihiştine astên herî bilind. Bi rêya muzîkê em hemû hestên xwe tînin ziman û hêviya min ev e ku muzîka Kurdî bigihêje asta herî bilind. Li gorî min muzîk jiyaneke pir berfireh e.”

Zaroka bi navê Beyan Fethî Hesen jî diyar kir dema ew di nav şanoyê de cih digire, ew xwe wekî kevokekê difire hîs dike û got “Dema ez şanoyê dikim, ez fêm dikim ku di jiyaneke cuda de me. Hêviya min ev e ku şanogeriya Kurdî bi pêş bikeve. Em bang li zarokan dikin ku bila werin tevlî nav şanoyê bibin.”

Zaroka bi navê Evîn Xelîl jî diyar kir ku şano tiştekî gelekî xweş û got “Hêviya min ev e ku di rojekê de şanoya Kurdî bibe şanoya herî mezin. Heta niha me gelek caran lîstikên şanoyê pêşkêş kirine û em ê xebatên xwe jî zêdetir bikin.”