Nîşandana lîstika Kurdî hate qedexekirin

Pêşandana stand up a 'Dawiya dawî' ji aliyê Qeymeqamiya Fatîhê ve bêyî hincetek bê nîşandan hate qedexekirin.

Di çarçoveya kampanya "Em jiyaneke nû ava bikin" a Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya HDP'ê, wê li Dika Hunerên Pêşandanên Avê pêşandana stand upê y" Dawiya dawî" bihata nîşandan. Lê belê ji aliyê Qeymeqamtiyê ve hate qedexekirin.

Qemeqamtiyê bêyî ku hincetekê nîşan bide, ji rayedarê Dika Hunerên Pêşandanên Avê Ayhan Ûslû re ragihand ku hatiye qedexekirin.

Ciwanên HDP'î piştî astengkirinê ragihand ku wê lîstik li avahiya partiyê ya Bagcilarê bê nîşandan.