NÇM’ê bi dengbêjan re şevbêrk çêkir

NÇM’ê bi dengbêjan re şevbêrk çêkir. Gelek welatî, tev li şevbêrkê bûn û tilîlî kirin û çepik ji dengbêjan re li hev xistin.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), “Şevbêrka Denbêjan“ organîze kir. Mêvanên Şevbêrka Dengbêj Kerîmê Jîrkî, Evîn Sindî û Mihemedê Serhedî bûn. Dengbêjan kilamên cur bi cur gotin. Îşaret bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser çanda Kurdan hat kirin û hat destnîşankirin ku rolê çandê di bipêşveçûnê de gelek giring e. Hunermendê Kurd Egîdê Cimo ku wek “Mîrê bilûrê“ dihat naskirin û 31’ê Çileya 2019’an jiyana xwe ji dest da, hat bibîranîn, behsa tevkariya dengbêjiyê li çanda Kurd hat kirin. Bi pişt re bi bilûrê guhdariya berhemeke Egîdê Cimo hat kirin.

Welatî tev bi cilên xwe yên neteweyî li şevbuhêrkê bûn û wan jî kilam bi dengbêjan re got. Jinan tilîlî kir, hin welatiyan jî dîmenên şevbuherkê qeyd kirin û ji xizm û hevalên xwe re şandin. Gelek kilam hatin gotin. Dengbêj Xalide jî li şevbêrkê bû. Şevbêrk, bi girtina govendê bi dawî bû.