Koma Ma Muzîkê konsera xwe ya destpêkê li dar xist

Koma Ma Muzîkê li Enqereyê konsera xwe ya destpêkê li dar xist. Koma Ma’yê stranên xwe di şexsê Jîna Emînî de, diyarî hemû jinên berxwedêr kir.

Koma Ma Muzîk ku dest bi konseran kiriye, konsera xwe ya destpêkê li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Enqereyê li dar xist. Eleqeyeke mezin ji bo konserê hebû. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar jî tevlî konserê bû.

Koma Ma ku çû ser dikê, muzîkhezan demeke dirêj jê re li çepikan xist. Solîsta Koma Ma'ê anî ziman ku ew stranên xwe di şexsê Jîna Emîniyê de diyarî hemû jinên berxwedêr dikin.

Guhdarvanan jî ji ber stranên Koma Ma'yê govend gerandin.

Piştî konserê kulîlk diyarî Koma Ma'yê hatin kirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî Koma Ma'yê pîroz kir.