KNK: Em piştgirî didin kampanyaya ji bo Hewramî

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya xwendinê ya bi zaravayê Hewramî.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK’ê ji bo kampanya xwendina bi zaraveya Hewramî ya li herêma Hewramanê daxuyaniyeke piştgiriyê da. 
KNK'ê di daxuyaniyê de bal kişande ser giringiya zaravayê Hewramî û got, ''Hewramî yan zarê Hewramanî yek ji șêwe zarên bingehîn û resen ê zimanê Kurdî tê hijmartin, yekemîn belgeya Kurdî pê hatiye nivêsîn. Mixabin piştî bayê netewe dewletan xurtbûyî, li Cîhanê bi giştî gelek zimangelên dinyayê ji nav çûn yan jî bi şêweyek sîstematik hatin piştguhxistin. Lawazbûn û piştguhxistina zimanê Kurdî bi giştî û bi taybet jî çend şêwezarên resen yên wekî Hewramî, Zazakî û Kelhurî ji encamê dagîrkirin, dabirîn û perçebûna Kurdistanê ye, li gorî pêwîst giringî pê nehat dayîn, ji ber vê ye ku ev zarave li roja me ya îroyîn li ber metirsiyek mezin e.''
KNK'ê her wiha kampanyaya ji bo Hewramî hatiye destpêkirin û bi bîr xist,''Hewlek dilsozane ji bal rewşenbîran, perwerdekaran, çalakvanên sivîl û akincî û runiştvanên herêma Hewramî axêv ve heye, bona zarê Hewramî li wan deveran bi fermî tevlî sîstema pêrwerde û hînbûnê bê kirin.
Em li Kongreya Neteweyiya Kurdistan – KNK’ê beşdarî vê daxwaza rewa dibin, di heman demê de piştgiriyê li kempanyaya xwendina bi zarê dayîkê li herêma Hewreman dikin, ew kampanya ku ji hêla çendîn rêxistin, rewşenbîr, kesayetî û xelkê deverê ve hatî ragehandin.''
DAXWAZA JI PARLAMENA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Daxwazê ji perlemana Başûrê Kurdistanê û hikûmeta herêma Kurdistanê (Başûr) dikin ku dengên aliyên beşdar di vê kampanyayê de bibîsin û bersivek erênî ji van daxwaziyan re bidin. Her çende li 30.06.2021 bi hejmar 46 bi fermî û bo vê mebestê, nameyek ji wezareta pewerdeya herêma Kurdistanê re hatiye şandin. Em pêwîst dizanin ku giringî bi van daxwaziyan were dayîn, êdî bi hêviya ku li sala xwendinê ya li pêş me, li herêma Hewramanê hînbûn û perwerdeya bi Horemanî pêk were.”