Kevana Zêrîn konferansa xwe ya 2'emîn lidar xist

Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn konferansa xwe ya 2'emîn lidar xist. Di encamnameyê de hate gotin, di bin navê hunerê de jin weke biresereke zayendî tê bikaranîn û ji jinan hate xwestin ku li dijî vê yekê helwestê nîşan bidin.

Tevgera Çandê ya Jinên Kevana Zêrîn konferansa xwe ya duyemîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dar xist.

Ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û derveyî welat jin tevlî konferansê bûn. Encamnameya konferansê hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate gotin, "Di konferansa me  de rapora karê du salan ê Kevana Zêrîn hate xwendin, li kêleka vê rewşên siyasî, birdozî û rêxistinî hatin nîqaş kirin. Girêdayî van mijaran di şoreşê de rola çand û hunerê, erkê jinê di pêşxistina çanda û hunera şoreşgerî de, xebatên ku hatine meşandin, nebesî û qusûrên ku derketine pêşiya xebatên me hatin tesbîtkirin û hatin nirxandin. Li ser vê bingehê bi awayekî berfireh nîqaşên kûr û girîng hatin kirin. Konferansa me ji bo avakirina civaka neteweya demokratîk, şoreşa çanda jiyana jinê û bi ruhê şerê gelê şoreşgerî, xwe gihand biryardariyeke bilind û xurt.

PKK û PAJK a ku şoreşa jinê ji malzaroka xwe welidandiye, di serî de Rêber Apo û şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê ku bi mîrasê çanda dayika resen tovê heqîqetê li ser axa Mezopotamyayê belav û şîn kirin, bûn çirûskê çanda berxwedêr û cewherê wê teyisand cîhanê. Ji bo ku ev jiyan bi xemla çandeke manîdar her û her tacîdar bibe, şehîdên me ku bi govenda xwe bûn stêrk û şevên me ronî kirin da ku rastiya vê çandê nekeve ber tarîtiya zalimên desthilatdar de xwe di vê oxirê de feda kirin. Bi dengê xwe yên qedîfe ku wê bi hezarê salan  di asoyê çiyan de olan bide di serî de Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) Ş. Berçem, Ş. Jînda Hewlêr, Ş. Viyan Peyman, Ş. Ronahî Afrîn, Ş. Arjîn, Ş. Delîla, Ş. Newal ku bi awazê xwe dîroka netewekî jibîrkirî ji nû ve vejîn û hişyar kirin. Jinên ku bi xeml û ahenga bablîsokên buharî re xwe li ser dika dilê me datînin û perde bi perde lîstokên destana evîneke nû dilîzin; mîna Ş. Sariya Baran û bi hezaran leheng û çelengên bênav, konferansa me diyarî wan hatiye kirin. Di heman demê de ji bo şehîdên pêngava bazên Zagrosê, Zê, Garê, Zendûra, Avaşîn, Heftenîn û dîsa ji bo yên ku heya van kêliya di çeperên şer de bi qehremanî û bi biryar li ber xwe didin YJA Star û HPG'ê û ji yên berxwedêrên zindanan ên ku bi sala ne di destê dijmin de ne, lê dîsa ti carî gav bi paş de ne avêtine û gelê me yê welatparêz û hemû jinên demokrat re hate diyarîkirin.

Di konferansa me de, bi dirûşmeya 'Bi şerê gelê şoreşgerî û bi pêşengiya jinê re em ê çanda şoreşa jinê bi ser bixin' di serî de mijarên ku bi rêya modernîteya kapîtalîst, polîtîka û erişên bîrdozî ku qirkirina çanda gelan armanc dike, bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Her wiha bûyerên çand û hunerî, nêzîkatiyên ji hunera şoreşgerî re, şerê gel ê şoreşgerî û rol û mîsyona ku dikeve ser milê çand û huner, li Kurdistanê pêşketinên çand û hunerî, bandor û girîngiya berhemên me yên hunerî û çandî yên li ser civakê hatin nîqaşkirin."

Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferans bi biryardariyeke mezin bi encam bû û wiha dewam kir:

"Rêbertiya me ya ku ev 22 sal in di bin esaret û tecrîdeke giran ku ti mînakê wê li tu dera nehatiye dîtin, bi rih û felsefeya xwe yê ku girav û derya derbas kiriye niha jî pêşiya gelek nerîn û şoreşên cuda vekiriye. Ji bo vê yekê ye ku modernîta kapîtal û dewletên faşîst mîna Komara Tirkiyeyê polîtîkayên tecrîdê li ser rêbertiya me pêk tînin. Yên ku rêber in, pêşeroja civakê di serî de di xwe de diafirînin, yên ku sedsalên pêşerojê  di kêliyên niha de ava kiribin, tenê nabe rêberê gelê xwe dibe rêberê mirovahiyê. Ji bo wê em misoger dibêjin: dem dema azadiyê ye. Ji bo jinên hunermendî ku bi xebatên çand û hunerê re jî mijûl dibin û ji bo ku di rih û ramanê xwe de hefsengiya dîrok, dem û pêşerojê bike hîmê pêşengiya xwe ya civakê, pêwîste bibe xwedî kesayeteke pêşeng. Gerek parazvana xeta hunera şoreşgerî be. Ya herî girîng ku jin bike ew e ku bibe mertalek li hemberî êrîşên pergala kapîtal û desthilatdar ku qirkirina çandî pêk tîne. Ji ber ku ger jin çanda xwe ya resen wenda bike li ser van axa, wê gavê wê hebûn û heqîqeta xwe wenda bike. Ev Jin ji kîja netewî dibe bila bibe, gerek bizanibe ku li hember erîş û metirsiyeke bi vî rengiye. Lewra di serî de em wekî jinên Kurdistan, RojhilataNavîn û cîhanê pêwîst e em li hemberî çanda destdirêjiya zilam ku bi awayekî îdeolojîk û fîzîkî êrîşî ser jinê dike rawestin. Kuştin, dest dirêjî û revandina jinan, bi tekoşîna çanda jinên şoreşger dikare bê rawestandin. Jin xwedî hêzeke mezin ya jiyanê ye. Ev çi di alî raman û hest de dibe çi jî di aliyê jîrî de dibe. lewra pêwîste ku jin di qada kirinên xebatên hunerî jî bi vê berpirsiyariyê tev bigere. ji bo wê pêwîst e nehêlin ku huner bibe aracê tîcaretê, pêwîst e jin bibe xwedî sekin li hemberî bi karanîna jinê ya weke objeyeke cinsî di bin navê hunerê de. Modernîta kapîtalîst bi riya polotîkayên xwe yên şerê teybet kesayetên lîberal û ez ez dide avakirin di qada hunerê de. Di serî de jin, pêwîst e her kesayetekî hunermend bibe xwedî tekoşîneke şoreşgerî li hemberî van êrîşan bi sekine û radestî nexweşiyên wê nebe. 

Konferansa me di heman demê de ji bo konfederalîzma çand û hunera jin, ji bo ku bi hemû reng û dengên jinê xwe bi rêxistin û mayinde bike, avakirina yekîtiya hunermendên jin li seranserî Kurdistan, RojhilataNavîn, û cîhanê hedef digire û xebatê xwe li gorî wê rêxistin dike. Ev 44 sal in ku jina Kurd di şoreşa Kurdistanê de bûye xwedî tekoşîneke azadiyê ya bi wate û xwedî vîneke ku ti hêz nikare pêşiya pêşketina wê bigre. Lewra em îro di tevahî cîhanê de jina kurd weke çavkaniya ilham, pîvan û exlaqê şoreşgerî dibînin. Ev axa mezopotamiya ku dergûşa mirovahiyê bi destê jinê hatiye hejandin, wê jin li ser heman axê, xeyalê jiyaneke xweşik bi felsefeya jiyaneke nûjen bineqişînin.  Li şûna şer, kuştin, şewitandin û qirkirinê wê awazê aşîtî, wekhevî û aramiyê ji dayika axê û ewladê wê re bên goti. Wê jin, bi firça di destê xwe de, xwezaya me ya birîndar bi rengê keske sorê bixemilînin. Ji bo vê yekê, em dibêjin erkê hemû jina ewe ku  bi hunera şoreşgerî vê jiyanê xweş û azad bikin.

Konferansa me herî dawî di derbarên xebatên mîna wêje, govend, resîm, şano û hwd, gelek biriyar girt. Ya herî girîng ku ev xebat bi çav û hestên jinê pêşengî jê re were kirin. Ji bo ku jin karibe bibe bersiv ji van biryarê konferansê re û erka xwe ya exlaqî û wijdanî di derbarê avakirina civaka xwe de pêk bîne pêwîste her kêlyeke jiyanê bi nirxeke buha nêz bibe. Her hundermendek nasnameya civaka xwe temsîl dike. Jinên Kurd ji dîrokê heya roja me ya îro bi xwedî derketina li çand û hunera gelê xwe bûne meşelê rêwîtiya jiyana me. Ji Mestûre Xan, Meriyam Xan, Sûsika Simo, Eyşe Şan heya Delîla û Viyan Peyman bi riya gotin û awazên xwe re, ne hiştin ku em ji rastiya xwe ya dîrokî û civakî biyanî bibin. Her û her rihê welatparêzî, esalet û bi ser bilindî jiyan em fêrî rihê tekoşînê kirin. Ji  ber ku em vî mîrasî ji wa dewr digrin ti şensê me ji bilî serkeftinê tuneye."