KCK: Kurdî, rastiya xwebûnê ya Kurdan e

KCK: Li dijî polîtîkayên bişaftinê bûyîna xwedî hişmendî, berxwedana li ber siyaseta tunekirinê, li dijî feraseta hiştina bêyî bîr, roja bûyîna xwedîyê bîra civakî ye. Ji lew ma Kurdî, rastiya xwebûnê ya Kurdan e.

Komîteya Perwerdehiyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafekê rewa ye û ji bo bidestxistina vî mafî divê mirov xwe di her warî de bi rêxistin bike û zend û bendan bade.

Daxuyaniya Komîteya Perwerdehiyê ya KCK’ê wiha ye:

“Perwerdehiya bi zimanê zikmakî, mafê herî rewa ye, ji bo bidestxistina vî mafî, di hemû warên jiyanê de xwe birêxistinkirin û derbasbûna pratîkê jî him mafekê rewa yê nebenabe û him jî pêdiviyek e!

Em, li ser navê Komîteya Perwerdehiya KCK'ê,  Cejna Zimanê Kurdî di serî de li Rêber Apo ku hêviya azadiya gelê me gihand asta tekoşîneke bêhempa û di ber de tu astengî nas nekirin, şehîdên me yên nemir ku di ber hebûn, ziman, nirx û azadiya gelê xwe de bûn nemir, her wisa li gelê me yê berxwedêr ku di gel her cure qedexe, zext, çewisandin û kuştinê dest ji zimanê xwe bernedayî û li hember neyar çong nedanî, pîroz dikin.

ZIMAN, BÎRA HEVBEŞ A CIVAKAN E

Ziman, bîra hevbeş a civakan e. Parastin û bipêşxistina bîra civakî, bi temamî girêdayê parastin û bipêşxistina zimanê zikmakî ye. Pratîka ku înkarê bi qirkirinê re dike yek; qedexekirina ziman e. Wek qedexe, xeter, cihêkar, paşverû û hov pênasekirina zimanê Kurdî, di bingeh de siyaseta jiholêrakirina hebûna Kurd e. Bêyî gûman ji bo civakekê hilweşîna herî mezin ev e ku nekare bi zimanê xwe biaxive, her ku biçe ji zimanê xwe dûr bikeve û zimanê xwe ji bîr bike. Eşkereye ku civaka zimanê xwe jibîrkirî, wê çanda xwe jî, dîroka xwe jî, nasnameya xwe jî ji bîr bike. Ev yek qira civakî ye ku bi destê netewe-dewletê li ser civakê bi domdarî tê kirin. 

Li gelek deverên cîhanê ji ber sedemên polîtîkayên netewe-dewlet ên di destpêka sedsala 20'an de hatî avakirin, gelek welat ji zimanan re bûn got. Netewe-dewletên dijminên demokrasiyê, bi rêya polîtîkayên qirkirina çandî û civakî, li hemû qadên jiyanê perwerdehiya bi yek zimanî li ser civakan ferzkirin.

Di vê wateyê de şoreşa ziman ku beriya bi deh hezaran salî li ser xaka Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd geşe pê hatiye dayîn, di gel ku mohra xwe li bipêşketina mirovahiyê daye, îro li ser heman xakê, ji gelê me yê şoreşa ziman bipêşxistî re bi zimanê xwe xwendin, nivîsandin û siyaset, hatine qedexekirin, Kurdî di asta 'zimanê nayê zanîn'de hatiye bidestxistin.

QIRKIRINA ÇANDÊ

Di gel qedexekirina bikaranîna zimanê zikmakî bi azadî, di hevpeymanên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî de jî wek qirkirina çandî tê pênasekirin, netewe dewletên Tirk, Fars û Ereb ziman û çanda Kurdî xistine nav pencên qirkirinê, gelê me ji hemû derfetên perwerdeya bi zimanê zikmakî bêpar hîştine.

Dewleta Tirk ê dagirker a ku polîtîkayên ziman di xizmeta polîtîkayên netewe-dewletê de bi pêş dixe, wek heqaretekê zimanê Kurdî ji bo zarokên Kurd di asta waneya bijare de bi dest girtiye. Divê her Kurdek vê baş bizane ku wek waneya bijare bi dest girtina Kurdî, ji xeynê heqareta li Kurdan û zimanê Kurdî, ne tiştekê din e. Zimanê zikmakî yê mirovekî bi tu şêweyî nabe ku wek dersê bijare bê bidestgirtin, dersa bijare, zimanê duwem ê piştî zimanê dayîkê ye. Li hember kiryareke wisa gotinên weke; "Têrê nake lê dîsa jî belê" tê wateya ketina ji têkoşînê. Tişta li hember vê bê kirin, mafê perwerdehiya zimanê dayîkê wek mafê herî bingehîn û rewa di hemû qadên jiyanê de bi rêya çalakiyên bê navber bê xwestin û ferzkirin.

Eşkere ye ku Kurd li hember êrîşkariyên qirkirina zimanî, çandî û fîzîkî, bi berçav girtina berdêlên herî giran, xwedî li ziman, çand û hebûna xwe derketine. Hem li her çar aliyên Kurdistanê û hem jî li gelek welatan hebûn, ziman û çanda xwe parastiye û diparêze.

Pêwîst e gelê me ji niha û bi şûn ve jî li welat û derveyê welat têkoşîna xistina bin ewlehiyê ya perwerdehiya bi Kurdî û jiholêrakirina astengiyên li pêş bikaranîna zimanê zikmakî ji her demê zêdetir mezin bike. Li ser vê xakê, bi qasî têkoşîna li dijî bişaftinê, li dijî bişaftina xwe bi xwe jî bi rojan e di nav têkoşînê de bûyîn erka jêneger a her Kurdekê xwedî baweriya siberojên azad e.

KURDÎ, RASTIYA XWEBÛNA KURDAN E 

Cejna zimanê Kurdî li dijî polîtîkayên bişaftinê qezenckirina zanebûnê, li dijî siyaseta tunekirinê berxwedan û li dijî feraseta hiştina bêyî bîr, roja xwedî derketina li bîra civakê ye. Di vê wateyê de zimanê Kurdî, rastiya xwebûna Kurdan e. Lewma xwedî derketin, parastin û bipêşxistina ziman weke berê, îro jî pêdiviya herî sereke ya hebûna me yê siyasî, kevneşopa me yê têkoşînê û li deynê dîrokê ye li me.

Divê neyê jibîrkirin, ku em di kêliya herî bi berhem a dîrokî de dijîn û di mekaneke herî rengdar a dîrokî de cîh digirin. Di vê mekanê de ku nasname, civat, ziman, ol û gel hatine ba hev de, jiyana bi hev re ya hemû ciherengiyan û derbirana bi serbestî ya wan, ji bo hemû gelan wê bibe cejneke watedar. Lewma şoreşa Rojava ji hemû aliyan ve tê wateya bercestekirina vê cejnê.

Li ser vî hîmê modela perwerdehiya netewa demokratîk a Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû gelên ku li herêm û cîhanê ji bo hebûn, nasmane û ziman têdikoşin, mînaka bêhempa ya hêz û vîna cewherî ye. Nîşaneya herî bihêz a esas girtina wekhevî, azadî, mafê zarokan, demokrasî û mafê mirovane û li hember jiyana li ser me hatiye ferzkirin nîşaneya pêkanbûna jiyaneke din, jiyaneke pirzimanî û pirçandî ye.

Em, 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ku di heman demê de salvegera 91'emîn a weşandina Kovara Hawar'ê ye, careke din li gelê xwe pîroz dikin, di kesayeta Celadet Elî Bedirxan û hevrêyên wî de, silav li kesên kesên ku bi ked û berdêlên giranbuha zimanê Kurdî bi pêş xistine û parastine, dikin.”