Ji bo Şêrko Bêkes merasîmek bîranînê hat lidarxistin

Helbestvanê navdar ê Kurdistanê Şêrko Bêkes di 9. salroja wefata xwe de li Silêmanî li ser gora xwe bi merasîmekê hat bibîranîn.

Helbestvanê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes di 4’ê Tebaxa 2013’yan de ji ber nexweşiya penceşêrê li nexweşxaneya Karolînska a Stockholmê ya paytexta Swêdê diçe ser dilovaniya xwe. Şêrko Bêkes ji beriya biçe ser dilovaniya xwe wesiyetnameya xwe nivîsîbû. Bêkes diyar kiribû ku di şîna wî de bila tenê muzîk hebe û gotibû: “Min li Parka Azadî ya Silêmaniyê li abîdeya şehîdan a di sala 1983’yan de hatiye avakirin de veşêrin. Li wir wê bêhna min neçike. Jinên ciwan, mêrên ciwan, hezkiriyên hev wê bibin mêvanên min.”

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bîranîn.  Bîranîn ji aliyê Saziya Çap û Weşanê û Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê ve hate organîzekirin. Merasîma bîranînê li Parka Azadî ya Silêmaniyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê çend beş ji helbestên Şêrko Bêkes hatin xwendin. Di merasîmê de pêşangehek taybet a berhemên Şêrko Bêkes jî hate vekirin.

Rêveberê Giştî yê Rewşewnbîrî û Hunerî ya Silêmaniyê Dr. Muhsin Edîb axaftinek kir û got ku her gelekî ku rêz li mirovên xwe yên mezin negire nabe gelek zindî û diyar kir ku Şêrko Bêkes hemû helbestên xwe li ser jiyana gelê xwe nivîsîne.

Piştre Rêveberê Saziya Çap û Weşanê Azad Berzencî jî axivî û ragihand ku heta Kurd, rewşenbîr û wêjevanên Kurd bimînin, wê Şêrko Bêkes zindî bimîne û got ku Şêrko bi çavê helbestê temaşeyî siyasetê kiriye.

Merasîmê bi pêşkêşkirina berhemên hunerî ya ji aliyê Koma Muzîkê ya Şem ve dom kir û piştî wê bi dawî bû.

Helbestvanê navdar ê Kurd Şêrko Bêkes di 2’yê Gulana 1940’an de li taxa Guwêje ya Silêmaniyê hatiyê dinê. Lawê helbestvanê navdar Fayiq Ebdulla Bêkes û Şefîqe Seîdî Westa Hesen bûye. Bavê Şêrko Bêkes, Fayiq wek paşnavê xwe Bêkes bû. Kalê wî di 1911’an de ji bo Bexdayê hat sirgûnkirin û wê demê Fayiq Bêkes 8 salî bû. Çend sal şûnde dayika xwe wenda kir.

Heta niha zêdetirî 30 pirtûkên Şêrko Bêkes hatine çapkirin û belavkirin.