'Hişmendiya zilamsalar li pêşiya pêşketina jin ên ciwan ên hunermend asteng e'

Jinên ciwan ên wênesaz yên li bajarê Kerkûkê dibêjin: "Hişmendiya zilamsalar a di nav civakê de li pêşiya jin ên ciwan asteng e ku bikarin kêrhatiyên xwe nîşan bidin û bi pêş bikevin."

Di civaka Kurd a li Başûrê Kurdistanê de hişmendiya zilamsalar xurt e, lewma timî li pêşiya jinên xwedî kêrhatiyên hunerî bûye astengî. Civak û malbat her tim di bin navê girêdanbûna bi mîrateya civakî de pêşiya derketina hêz û kêrhatiyên hunerî yên jinan astengî derxistine û piştgiriya hêza wan nehatiye kirin.

Jinên ciwan ên bi hêz û xwedî kêrhatî yê di warê wênesazî û şêwekarî de yên bajarê Kerkûkê têkildarê astengî, piştgirî û daxwazên xwe yên ji bo pêşxistina hêz û kêrhatiyên jinan ji ANF’ê re axivîn.

BANDORA NEYÎNÎ LI SER PÊŞKETINA HÊZ Û KÊRHATIYÊN JINÊN BERHEMDAR

Jina ciwan ya bi navê Lîsa Muweffeq ku li bajarê Kerkûkê şewekarî dike, di derbarê wan astengiyên ku pêre rû bi rû dimîne û li pêşiya pêşketinên hêz û kêrhatiya wê digirin axivî û got: “Axavtinên civaka me bandoreke pir nerênî li ser pêşketina hêza jinên berhemdar heye, ji ber ku ji vê axaftinên civakê ditirsin gelek jin li vî bajarî hene ku kêrhatiyên wan weşartî mane, lewre nikarin berhem û kêrhatiyên xwe yên di nava karê ku têde cih digirin pêş bixin.”

‘PÊWÎSTE Bİ WÊREKÎ DERKEVİN PÊŞ Û KÊRHATİYÊN XWE NÎŞAN BİDİN’

Lîsa ya wênesaz di dewama axaftina xwe de diyar kir, “Pêwîste em jinên ciwan bi wêrekî derkevin pêş û kêrhatiyên xwe nîşan bidin û rê nedin ku axavtinên civakê bandoreke nerênî li ser me bike. Ji ber ku hunera me sedemeke ji bo ku mêjiyê gel pêş bikeve û hişyar bibe û civakekî me yê tendirûst hebe.”

DIVÊ ALIYÊN PÊYWENDÎDAR BI ERKÊ XWE RABIN

Têkildarê piştgirîdayîna aliyên pêywendîdar ya ji bo ciwanên hunermend jî Lîsa got, “Pêwîste aliyên pêywendîdar bi erkê xwe rabin û bêyî ku cihêkariya zayendî bikin bi rêya dayina alîkarî û vekirina pêşengehan ji bo hemû ciwanên xwedî berhem û kêrhatiyên hunerî, piştgirî bidin ciwanên hunermend.”

DESTPÊKÊ PÊWÎSTE MALBAT PIŞTGIRÎ BIDIN JINÊN CIWAN

Jina ciwan ya bi navê Şara Newzad ya wênesaz jî behsa bandora piştewaniya malbat û civakê ya ji bo jinên ciwan ên xwedî kêrhatiyên hunerî kir û diyar kir, “Ji bo ku kêrhatiyên jinên xwedî kêrhatî zêdetir pêş bikeve, di dereveya yekemîn de pêwîste malbata wan piştewaniya wan bikin, ji ber ku di bandorkirina li ser pêşketinên wan de xwedî roleke mezin e, her wiha pêwîste civak di dema nîşandayina berhemên hunerî yên jinên ciwan, bi erênî nêzîk bibin da ku bibin palpiştek ku zêdetir girîngî ji kêrhatiyên jinên ciwan ên xwedî kêrhatî  were dayin.”

‘HUNERMENDAN DIŞKÎNIN’

Şara Newzad her wiha bal kişande ser nêzîkatiyên rûxîner ên civakê û got, “Mixabin pir caran ferdên civakê di dema nîşandayina berhemên hunerî, bi destgirtin û kêmkirina asta karên hunerî û wêneyên wan, hunermendan dişkînin. Ji ber wê girînge ku civak piştgiriya jinên ciwan bike, tenê bi gotina peyvekî xweşik jî mabe divê xwe paşve nede da ku xwebaweriya jinên ciwan zêdetir bike. Piştewaniya malbatê tişta serekeye ji bo li hemberî astengî û axavtinên civakê bê sekinandin.”

‘BI GEŞBÎNÎ LI PÊŞEROJÊ DINÊRIM’

Jina ciwan Şara Newzad di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku ew bi xwe bi geşbînî li pêşerojê temaşe dike û ev hêvî kir, “Hêvîdarim ku di pêşerojê de gel di tevlêbûna li pêşengehên hunerî yên taybet bi jinên ciwan de çav vekirîtir dibe û nêzîkatiyên wan li hemberî pêşketinên hunerî yên jiên ciwan erênîtir dibe.”

‘JI DESTPÊKÊ VE RÊ NADIN JINÊN CIWAN’

Jina ciwan Leylan Ehmed jî ku wênesazekî xurt yê bajarê Kerkûkê ye û di heman demê de xwendevanê peymangeha hunerên xweşik a Kerkûkê ye qala astengiyên li pêşiya pêşketina kêrhatiyên jinên ciwan ên wênesaz kir û wiha pêde çû: “Mixabin malbatên civaka Kurd ji destpêkê ve rê nadin jinên ciwan tevlê karên hunerî bibin, ev di demekê de ye ku wênesazî bi xwe wek şanogerî û stranbêjî-dengbêjî û hemû beşên din ên hunerî ku rastiyê nîşan didin, qadeke ji bo nîşandayina rastiya jiyanê.”

‘LI KERKÛKÊ GIRÎNGIYEKE KÊM TÊ DAYINA HUNERÊ’

Leylan Ehmed di dawiyê de got, “Mixabin li bajarê Kerkûkê girîngî ji hunerê re nayê dayin, li gorî girîngiya ku didin karên din, li bajarê Kerkûkê girîngiyeke kêm tê dayina hunerê. Ev girîngî nedayina hunerê ya li bajarê Kerkûkê girêdayî asta rewşenbîrî ya xelkê bajar e.” Leylan wiha bang kir, “Daxwaza me eve ku zêdetir piştewaniya madî û menewî ji bo jinên ciwan ên wênesaz were dayin.”