Hevdîtinek xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Fîlîstînê: Fîlmê Kerwan

Mihye Eldîn Erselan fîlmê Kerwan weke hevdîtinek xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Filistînê de bi nav kir.

Derhênerê Kurd Mihye Eldîn Erselan diyar kir ku bi pêşkêşkirina Filmê Kerwan li festîvala El`ewda hest û hêviyên gelê Efrînê û gelê Fîlîstînê bûne yek. Her wiha ew nêzî birayên Fîlîstînî bûne û ev weke hevdîtinek xweş di navbera zeytûnên Efrînê û Fîlîstînê de bi nav kir.

Fîlmê Kerwan di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya El`ewda - Filistîn 2021 de, ku yek ji mezintirîn xelatên festîvalê tê dîtin, ji hêla Merzûq Xanim ve weke baştirîn fîlm li ser vegerê hate xelatkirin. Her wiha derhênerê film Mihye Eldîn Ersalan ev fîlm weke hevdîtineke xweş navbera zeytûnên Efrînê û Fîlîstînê de bi nav kir, ku ev fîlm êş û azarên gelê Fîlîstînê tîne ziman û hest û hêviyên gelê Efrînê û Fîlîstînê bûne yek.

Derhêner Mihye Eldîn Erselan ji ANF'ê re axivî.

We kurtefilmek Enîmêtion bi navê Kerwan (Elqafîla) amade kir. Gelo bûyer û mijarên vî fimî li ser çi ne?

Filmê Kerwan çîroka bajarekî aşîtiyane ku hemî koçber û penaberên ji şerê Sûriyeyê reviyabûn vehewandibû nav xwe, ku ev bajêr bibû hembêza germ ji hemî pêkhateyên Sûriyeyê re. Lê rojekê ji rojan gelê vî bajarî ji ber êrîşên hawane ên dijminên aştî û mirovahiyê (Dewleta Tirk) li ser vî welatî bi darê zorê koç dikin, her wiha hin ji xelkên Sûriyeyê jî bajar dagir kirin û li şûna xelkên Efrînê ên resen bi cih bûn.

Filmê Kerwan çîrokeke ku zarokeke Efrînî roj û xewnên xwe ên reş û tarî ku pê re derbas bibûn bi xêzên xweyî li ser dîwarê xêniyê xerabe bi tevin kiribû. Filmê Kerwan êş û zehmetiyên trajîk ên ku bi koçberan re derbas bibûn tîne ziman. Her wiha behsa hêvî, vîna bihêz û berxwedana gelê Efrînê ya bêhempa ji bo vegera li welat dike.

Te xwest bi rêya Kerwan çi peyamê bighînî bîner û cîhanê. Gelo di vê yekê de tu bi ser ket û gelo Kerwan ew trajîdiya bi êş baş gihandiye bîneran?

Me xwest bi rêya film em ji hemû cîhanê, hêzên dagirker ên ku ax û mafên mirovan binpê kiribûn û yên xwe weke hilgirê mafê mirovahiyê pênase kiribûn ku ji van serpêhatiyên trajik bêdeng mabûn, vê yekê bêjin: "Heya ku ax bi hemû rengên xwe berxwedanê biafirîne wê tu maf winda nebe û di serî de jî berxwedana çandî û hunerî ya ku kêlî bi kêlî beramberî pişaftin û tunekirinê ve tê, lê tevî vê yekê berxwedanek bi hêz û bêhempa derdikeve pêş û pêk tê."

Filmê Kerwan behsa Gelê Efrînê dike ku çawa ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve koç dikin, lê belê helbet di vê dagirkeriyê de gelek binpêkirin û tradjîdiyayên bêhempa di derheqê xelkên Efrînê de pêk hat. Gelo çima te ev mijar an jî ev kerwana koçkirinê ji bo filmê xwe hilbijart?

Bi rastî ew ne wek hilbijartinê bû, lê belê dilsafîbûna zaroka bi navê Rewşen Sîno berê me da ber bi ramana film ve, ku film ji me rastîbûn û dilpakiya zarokekê diyar dike.

Film her wiha behsa çîroka moralê keçeke Efrînî dike ku bi rengê reş li ser dîwarê xênî xêz kiribû. Gelo piştî koçberkirinê rewşa hemî zarokên Efrînê heman rewşa Rewşen e û vê keçê xwest bi vê nîgarê çi bighîne me?

Rewşen bi xêzkirina xwe ji me re rewşa koçkirina piraniya zarokên Efrînê diyar kir, ku çawa di pêvajoya koçkirina bi darê zorê hêviyên wan şikest, mal û milken wan li şûna wan ma û hatin ruxandin û çawa gelek kes li çiyayê Lîlûnê jiyana xwe ji dest dan û şehîd ketin. Em weke derhênerên film me xwest em wê yekê ji Rewşen û zarokên Efrînê re destnîşan bikin ku herçendî dem bibore, lê di dawiyê de wê welat rizgar bibe û wê zarokên Efrînê vegerin cih û warê xwe. Jixwe berxwedaniya Gelê Efrînê ta niha didome ku çawa berxwedaniya çandê dikin û fêrî zimanê dayikê dibin û pê dixwînin û dinivîsin. Her wiha ev yek dijmin dilerizîne ji ber ku dijminê dagirker hewil dide ku çand û zimanê Gelê Kurd binpê bike û tune bike da ku Gelê Kurd tune bike, lê zarokên Gelê Kurd xwe bi zimanê dayikê bihêz û xurt kirine û li dijî kiriyarê dagirkeriyê disekinin.

Wekî tê naskirin tu jî bi xelkên Efrînê li kampan dijî û hê jî karê xweyî derhênerî û nivîsandinê pêk tîne. Li vir dixwazim pirsekê ji te bikim gelo çi zehmetî di kar de bi we re rû didin, nemaze ku ev herêm ji hemî aliyan ve dorpêçkirî ye û bi awayekî rojane ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê bombebarankirin?

Belê zehmetî pir in, lê vîna bihêz hertim bi ser dikeve. Tevî ku ev herêm ji hemî aliyan ve dorpêçkirî ye û pêdiviyên madî kêm peyda dibin, lê em weke berxwedêrên çandê û hunerê me hişt ku nav û dengê me li cîhanê belav bibe.

Filmê Karwan li gelek festîvalên navdewletî weke festîvala Londonê ya Fîlmên Kurdî-2021, festîvala Silêmaniyê ya navdewletî-2021 û festîvala Vegerê (El`ewda) ya Silêmaniyê-Fîlîstînê 2021 hate pêşkêş kirin. Her wiha ji hêla Merzûq Xanim ve weke baştirîn film hate xelatkirin. Gelo çi sedem bû ku filmê Kerwan xelateke wisa wergirte dest û ji hêla bîner û temaşevanan çi nerîn li ser film hene?

Film di fastîvala El`ewda de hest û hêviyên gelê Efrînê û gelê Fîlîstînê bûne yek. Her wiha ew nêzî birayên Fîlîstînî bû û hevdîtinek xweş di navbera zeytûna Efrînê û Fîlîstînê de ji xelatê girîngtir bû, çawa ku wan ji bo fistîvala xwe dirûşmeya "li benda vegerê" diyar kirin, êdî em jî çavên me li benda vegerê ye.

Gelo tu rola rewşenbîr û xebatkaran di her cure warên hunerî de, di gihandina wêne, bûyer û êşên gelê xwe ji cîhanê re û bi taybet di warê derhêner û nivîsandinê de çawa dinirxînî û bi nêrîna te gelo ev beş bi taybet li Sûriyeyê di warê gihandina rewşa welat ji cîhanê re bi ser ket?

Bi nêrîna min yek ji sedemên ku bûne sedema êş û belengaziya me ew e ku hin nivîskaran me xistin nava xewn û xeyalan û em dûrî rastiyê xistin. Êdî bi şiyarbûna ji xapandinê jiyana me hemî bû kabûseke sosret û hê jî em di vî kabûsî de ne. Ji ber vê yekê divê ku xwediyên pênûsan valahiya di navbera xwe û rastiya gelan û desthilatdarên dagirker de bişkînin. Her wiha bindestî û koletiyê baş nas bikin û piştgiriyê bidin civakê ji bo ku jiyaneke azad û demokratîk bijîn.