Hejmara 17’emîn a Kovara Şermolayê derket

Hejmara 17’emîn a Şermolayê ku kovareke wêjeyî ya Rojava ye derket. 125 jin, bi tevahî 325 nivîskar, tevkariyê li kovarê dikin.

Kovara Şermolayê ku pê danasîna nirxên Şoreşa Rojava tê kirin, di navbeyna nivîskarên Kurd û Ereb de mîna pirekê ye.

Hejmara pêşîn a Kovara Şermolayê, 7’ê meha Sibatê ya sala 2019’an derket. Zimanên weşanê yên Kovarê, Kurdî û Erebî ne. Şermola ku navê girekî li nêzî Amûdê ye, gava rewşên lezgîn û ji bo parastina li dijî êrîşan hatiye bikaranîn. Ji bo bakurê Sûriyeyê û Kurdistanê wek cihê lihevcivînê yê karwanan jî tê zanîn. Armanca bi derxistina Şermolayê, avakirina xweseriyeke enteluktuel û wêjeyî ye.

JI LÊKOLÎNÊ HETA BI REXNEYÊ

Di kovarê de mijarên bala mirov diçe ser, ev in: lêkolîn, vekolana fikirî û rexneyî, werger, honak, helbest, gotûbêj, gotarên li ser jinan û çand û hunerê, wêneyên hunerî, rexneya wêjeyê, wêjeya jinan, çapemenî di şoreşê de, sînema, roman, zimanê zikmakî, Êzîdî û hwd.

325 KES DINIVÎSIN

Bûn 17 hejmar ku Kovara Şermolayê dertê. 325 nivîskar tê de nivîsîn. Nivîskarên wê, ji Bakur –Rojhilatê Sûriyeyê, Sûriye, Misir, Lîbya, Yemen, Urdun, Cezayîr, Mexreb, Iraq, Sûdan, Filistîn, Behreynê û wd. in. Hejmara 4’emîn a kovarê ku bi dehan jinan ked da, bi tenê li ser Wêjeya Jinan bû.

LI MISIRÊ JÎ DIWEŞE

Di çarçoveya bipêşveçûn û berbelavbûna qada weşanê ya kovarê de, hejmarên wê bi rêya Weşanxaneya Nefertîtiyê li Misirê çap dibin, diweşin. Her wiha tev li fûarên pirtûkan ên li Libyayê û Iraqê dibe.

Dilşad Mirad ku li ser navê Kovara Şermolayê bi ANF’ê re axivî, got: “Nivîskarên di kovarê de dinivîsîn, baş in, fikirên wan objektîf in. Bala xelkê diçe ser. Li hêviya roja derketina wê dimîne. Di her hejmarê de behsa mijarên baştir tê kirin. Rolê wê di nîşandana Şoreşa Rojava de gelek e. Armanca me ya esas, ew e ku rengekî bidin wêjeyê, wê ji sekinandinê xelas bikin. Weşangeriya me, weşangeriyeke li gor nirxên şoreş û civakê ye û bala xelkê diçe ser.”