‘Em ê her tim perwerdeyên govendê bidomînin’

Mamosteya perwerdeya govendê Mizgîn Tûmak diyar kir em ji hemû pîrozbahiyan re amade ne û bal kişand ser vî tiştî ku şagirtên wan ji ber di 27’ê Mijdarê de wê derkevin ser dikê gelekî bi kelecan in.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), ji ber nêzbûna 27’ê Mijdarê bi awayek bi kelecan amadekariyên pîrozbahiyê tê kirin. Her wiha yek ji amadekariyên herî girîng jî, di warê perwerdehiya govendê de tê kirin. Mizgîn Tûmak a endama NÇHM’ê (Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê) ku di bin sîwana Navenda Çandê de perwerdeya govendê dide zarokan, têkildarî kar û xebat û amadekariyên xwe yên ji bo 27’ê Mijdarê, ji ANF’ê re axivî.

Tûmak diyar kir ku ew ji zarokatiya xwe û heta niha pir ji govendê hez dike û got: “Ev ev qasî 3-4 sal in, ez perwerdeya govendê didim û ez bi xwe jî 5 caran ketime nav koma govendê. Ez nêzî 30, 40 govendan dizanim. Min her tim pir dixwest ku hem tevlî nav komên govendê bibim û hem jî perwerdeya wê bidim. Ez niha bi fêrkirina govendê pir bi keyfxweş û kelecan im.”

‘EM JI HEMÛ PÎROZBAHIYAN RE AMADE NE’

Tûmak ragihand ku ev koma perwerdeyê bi taybet ji bo 27’ê Mijdarê tê amadekirin û wiha pêde çû: “Her wiha ne tenê ji bo 27’ê Mijdarê, ji bo 8’ê Adarê, 4’ê Nîsanê û çi pîrozbahî hebe, em ji bo wê amade ne. Em ê her tim perwerdeya ji bo komên govendê, bidomînin. Me navê koma xwe kiriye; Şehîd Devrîm. Ev sê meh in me dest bi vê perwerdekirina vê komê kiriye û em niha perwerdeya 5 govendan didin. Tiliyanê heye û ew jî em bes du gavî dilîzin. Yek Elo dîno ya herêma Çelê heye. Yek Ehmet beg e. Yek jî ‘De girêde destmal û kiras e’ ku me nû derxistiye û ya herî dawî jî Şêxaniya Hekariyan e’.”

‘ŞAGIRTÊN ME JI BER NÊZBÛNA 27’Ê MIJDARÊ PIR BI KELECAN IN’

Tûmak destnîşan kir ku ji roja perwerde destpê kirî û hetanî roja îro, kar û xebatên wan baş derbas dibe û wiha bilêv kir: “Her wiha ji ber nêzbûna 27’ê Mijdarê, di van demên dawî em gelek giranî didin ser dayîna perwerdeyê û em her roj ser hev perwerdehiyê didin. Çi qasî ku em bikarin, em ê timî perwerdeya xwe ya govendê bidomînin. Şagirtên me ji ber nêzbûna 27’ê Mijdarê û derketina ser dikê, pir keyfxweş û kelecan in û her rojê ji bo amadekirina cil û bergên ku wê pê derkevin ser dikê, pirsan dikin.”

Her wiha Tûmak di dawiya axaftina xwe de got ku divê zarokên din jî yên wargehê bên tevlî perwerdeya govendê bibin û destnîşan kir ku ew ji bo perwerdedayînê her tim amade ne.