'Em ê cejna te jî li te bikin jehr'

Hunermendê NÇM'ê Îsmaîl Dogan got, zexta li ser çand û hunera Kurd ji bo hunermendên Kurd ên rêxistinbûyî rûtîn jî be, êdî berfireh bûye. Îsmaîl Dogan diyar kir ku rûdana vê zordariyê di Cejna Zimanê Kurdî de tiştekî tesadûfî nîne.

15'ê Gulanê dema ku pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî hatin astengkirin, di heman demê de konsera hunermend Aynûr Dogan a li navçeya Derînce ya Kocaeliyê jî hate betalkirin. Piştre lîstika 'Don Kixot' a Şanoya Bajarê Amedê hate qedexekirin ku wê li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê bihata lîstin. Dûre konsera Metîn-Kemal Kahraman ji aliyê Walîtiya Mûşê ve hate qedexekirin.

METIRSÎ ÊDÎ LI SER HUNERMENDÊN BÊRÊXISTINÎ JÎ HEYE

Ji hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) peykertraş Îsmaîl Dogan qedexeyên li ser çalakiyên çand û hunera Kurdî ji ANF'ê re nirxand. Îsmaîl Dogan anî ziman ku ev zext û zordarî ji bo wan nû nîne û got, "Ev pêkanîn ne nû ne. Bi taybetî ji bo me NÇM û hunermendên wê nû nîne, gelek caran bi serê me ve hatin. Lê di vir de rewşek nû heye. Ev nêzîkatî û kiryar beriya niha li hemberî hunermendên Kurd ên bêrêxistinî yan jî dûrî rêxistinê bûn, nedihate kirin. Mînak, bi qasî ku zanim cara yekemîn e tiştekî bi vî rengî li Aynûr Dogan tê kirin. Ya jî qet nebe, kiryara hatiye kirin tiştekî rûtîn nîne."

BI HER TIŞTÊ KURDAN RE PIRSGIRÊKA DEWLETÊ HEYE

Dogan bi bîr xist ku zextên bi vî rengî beriya niha bi giranî li hemberî hunermendên Kurd ên rêxistinî dihate kirin û got, ku bi vê rewşê re tê dîtin ku pirsgireka dewletê bi hemû Kurdan re heye. Dogan got, "Di vir de, ev têgihiştin têk çûye. Gotina 'Ez ê karê xwe yê hunerê bikim, xwe ji derdorekê vegirim, hunera xwe bikim, bi vî rengî dewlet dest nade min' bi kêr nayê.

Bi dîtina min dewlet jî tiştekî nû nabêje. Ji xwe timî dibêje, 'Bi rêxistin bî yan jî bê rêxistin bî, ez hebûna te bi ti awayî qebûl nakim'. Bêguman dewlet timî bi vî rengî nêzîk dibû, lê belê ji aliyê taktîkî ve ev yek zêde nedida pêş. Hin gotin hebûn ku timî li ser zimanê wan bû, digotin 'Pirsgirêka me bi Kurdan re nîne, pirsgirêka me bi PKK'ê re heye'. Bûyerên ku îro diqewimin nîşan didin ku rastî ne bi vî rengî ye. Bi temamiya Kurdan re pirsgirêka xwe heye. Pirsgirêka xwe bi zimanê Kurdî heye. Bi şêweyê jiyanê yê Kurdan, bi her tiştî re pirsgirêka xwe heye. Dewlet dixwaze vê tine bike."

DIVÊ HUNERMEND XWEDÎ LI TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN

Dogan destnîşan kir ku rûdana bûyerê di dema Cejna Zimanê Kurdî de tesadûfî nîne û destnîşan kir ku wê li dijî vê nêzîkatiyê serê xwe netewînin: "Rûdana vê kiryarê di dema Cejna Zimanê Kurdî de tesadûfî nîne. Dibêje 'Ez ê cejna te jî li te bikim jehr. Tu nikare cejnê jî pîroz bike'.

Bêguman helwesta li hemberî vê yekê bi têkoşîna çand û hunerê ya rêxistinî dikare bê nîşandan. Di heman demê de avêtin ser mal hunermenda NÇM'ê Dengbêj Xalîde û ew destgîr kirin. Hîn jî destgîrkirî ye û biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danîne. Dikarin bigirin, dikarin berdin, em hîn nizanin, lê belê em zanin ku ev yek polîtîkaya şer e. Divê hunermend hîn bêhtir dengê xwe di vê mijarê de bilind bikin û xwedî li têkoşînê derkevin."