'Divê jin ji derveyî rola civakê lê sepandî deng û rengê xwe derxîne'

Endama Koma Çirîke ya Sine Şadî Xulamî anî ziman ku divê jin ji derveyî kar û rola civakê li ser sepandî bikare deng û rengê xwe û kêrhatiyên xwe derxîne holê.

Koma Çirîke ya Sine ku xwedî huner û çêkerekî hunerî ya resen a bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi karê hunerî radibe, diyar dike ku ew dixwazin deng û rengê hunera resen a Sine bi Koma Çirîke bigihîne tevahiya Kurdistan û cîhanê.

Ji komê Şadî Xulamî hem dengbêj û hem jî di nava koma Çirîke de li defê dixe û nêzî 15 sal in bi karê hunerê ve mijûl e. Xulamî anî ziman ku çend kesek in ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî kêrhatiyeke baş a karê hunerê ne li hev kom bûne û komek avakirine.

Şadiye Xulamî destnîşan kir ku a rastî ev kom komeke ya jinan e û got: “Vê carê ji bo pîrozbahiyê em tevlîhev hatin Başûrê Kurdistanê. Em dixwazin kêrhatî û jêhatîbûna jinê di warê hûnerê de bidin nîşandan.”

HUNER JI NAVA MALÊ HIL TÊ

Dengbêj Şadî Xulamî bal kişand ser karê hunerê yê li bajarê Sîne û dibêje ku Sîne xwedî hunerke taybet a mûzîkê ye û wiha domand: “Huner li Sîne vejiya ye. Li hemû malan huner heye. Ti malek nîne ku tebûr û hunermedek nebe. Em jî her yek ji malbatekê ne, xwedî zarok û malbatin. Li gorî derfet û kêrhatiyên xwe karê mûzîkê didomînin. Bi vî rengî rengeke cuda ya jinê derxînin pêş çavan. Wê newekheviya ku di nava civakê de jin û mêr cuda dike, hewl daye kêm bikin. Ji holê rakin.”

YEKEM KARÊ HUNERÎ YA KOMA JINAN

Xulamî li ser navê komê ya ‘Çirîke’ û xebatên wê jî ev anî ziman: “Koma Çirîke ya Sine bi pêşengtiya Xatûn Şermîn Zernêşan ku yek ji wan kesayetane xwedî behreyeke baş û ji destpêkê ve yekem kesek ku karê hunerî ya koma jinan li Sine daye avakirine. Niha koma me ji gelek bajarên cihê kes tevlî kiriye û bûye komeke berfireh û xwedî ciheke taybet e. Koma me Çîrîke gelek li Rojhilat li, Mukriyan li Tehran û heta Amed, Stenbol û Gurcistan jî konsert lidar xistine.

ÇIRÎKE WATE DENGÊ BILIND HER KES BIBIHÎSE

Koma Çirîke ya Sine xwedî wateyeke taybet e. Çirîke tê wateya deng. Dengek bilind û zîq be, tê wateya Çirîke. Tê wateya dengek cêwaz ji dengên din. Dengeke wisa ye ku kes nîne nebihîse. Ji bo wê me kir Çirîke ya Sine ku dengê Sine bigihêje her derê. 

Li Sine gelek navendên me yên hûnerî hene. Hemû endamên Çirîke ya Sine mamoste ne û her yekê li navendekê karê hunerî dike û mamosteyatî dike. Xwedî xwendekar û gelek kes perwerde kirine. Roj bi roj endamên nû û kêrhatî li xwe zêde dike. Fêrî hunera resen a herêmî dibe. Hewl didin ku mûzîk û çandên modernîte tevlî çanda resen a Kurdî nebe û biparêzin.”

‘DIVÊ JIN LI GEL ERK Û ROLÊ CIVAKÊ LÊ SEPANDÎ, BIKARE CÊWAZ DENG Û RENGÊ XWE DERXÎNE’

Herî dawî dengbêj Xadî Xulamî bang li hunermendên jin kir û ev got: “Hêvî û daxwaza min ew e ji jinan, ji derveyî kar û jiyana ku civakê li ser sepandî, li gel wê xwedî rol û kareke cuda be ku bikare rengê xwe derxîne holê. Dengê xwe, kêrhatiyên xwe derxîne derve.”