Dîmenê çalakiya li ser baregeha Sîrê ya li Şêladizê hate weşandin

Dîmenê çalakiya tîmên Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo hate weşandin ku li dijî baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker hate lidarxistin.

Tîmên Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo 2'ê Tîrmehê saet di 17:30'î de li nehiya Şêladizê ya Amediyê derbeke giran li baregeha Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tola zarokên gelê Kurd ên li Bamernê şehîd hatin xistin, hate hilanîn û derbeke giran li Tirk ên dagirker hate xistin."