Biryara betalkirina şanoya Kurdî ya bêhêcet

Qeymeqamiya Tetwanê lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya ku dihat payîn ji aliyê Şanoya Mencelê ve di 31'ê Gulanê de were lîstin, betal kir.

Lîstika şanoyê ya bi navê "Hay Lo Dîsa Tevlîhev Bû" ya ku dihat payîn ji aliyê Şanoya Mencel ve di 31'ê Gulanê de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bê lîstin, ji aliyê Qeymeqamiya Tetwanê ve hat betalkirin.

JI BO QEDEXEYÊ HÊCET NEHAT NÎŞANDAN

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hat hînbûn ku qeymeqam beriya her tiştî ji bo lîstokê gotiye “Li navenda çandê pirsgirêka teknîkî heye”. Piştî ku ekîb çûn navenda çandê û pirsgirêka teknîkî pirsîn û piştî ku navendê bersiva “Pirsgirêk nîne, hûn werin û bilîzin” da, derket holê ku Qeymeqamtiya Navçeyê bi rengekî bê hêcet destûr nedaye lîstikê.