Birînên xwe bi hestên tolhildanê pêça

Roşîn Efrîn a ku di roja 34’emîn a Berxwedana Serdemê de bi giranî birîndar bû, hevrêyên wê yên di heman çeperê de şehîd dibe û agahiya şehadeta hevjîn û kurê xwe distîne. Bi hesta tolhildanê birînên xwe pêça û bê navber têkoşîna xwe didomîne.

Roşîn Efrîn a 45 salî dayika du zarokan e ku di Berxwedana Serdemê ya 58 rojan de piştî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker a 20’ê Çileya 2018’an li ser Efrînê, li ber xwe da û birîndar bû. Roşîn ku ji bo parastina ax û gelê xwe di her kêliyên berxwedanê de cih digire ji gundê Xelîl ê Şiyê ye. Roşîn ku 24 'ê Sibata 2018'an di Berxwedana Serdemê de bû gazî, hem hevjîn Îdrîs Mihemed û hem jî kurê xwe yê 14 salî Şakîr Idrîs di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan. Roşîn bi dilsozî û berxwedana xwe ya ji bo gel û axa xwe tola hevrê û malbata xwe hiltîne.

Roşîn ku di Berxwedana Serdemê de li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê de cih girtiye, wiha qala rojên êrîşên dagirkeriyê dike: “Pevçûnên ku bi êrîşa dagirkeriyê ya dijmin a li ser Efrînê destpê kirin, dewam dikirin. Ji roja ewil û vir ve ez bi rêk û pêk raneketim. Ger ez razêm û êrîşek çêbibe qet ne baş e. Sermaya hişk, bi bandora bayê hestek cemidî belav dike. Ez gelek dilerizîm. Dengê keşfê dihat. Dengek nexweş bû. Carna deng bilind dibû, carna jî nizim dibû. Ez li ku derê bim wî dengî nas dikim. Ji ber ku gera keşfê dihat wateya ku dijmin me dişopîne. Deşîfrenekirina cihê xwe ne rêgeza yekem bû.”

EZ BIRÎNDAR BÛME LÊ HEVRÊYÊN MIN?

Roşîn piştî berxwedana 34 rojan birîndar dibe û wê kêliyê wiha tîne ziman: “Dema ku min dengê keşfê bihîst, bi refleksekê vegeriyam û ber bi daran ve bazdam. Çend gavan mabû Ziyat qêriya got xwe bavêje erdê. Min dengê wî bihîst û piştre bi pêş ve çûm. Wexta ku min dixwest xwe biavêjim, lingên min ji erdê qut bûn. Her dera min diêşiya. Min birînên xwe yên kûr hîs kir. Min hewl da ku ji cihê ku ketim rabim. Lê min nekarî xwe rast bikim. Min hewl da ku li dora xwe binêrim û rewşê fêm bikim, lê min nekarî. Her tişt di nava çend saniye de pêk hat. Min derbe xwaribû lê hevrêyên min? Min xwest ez bang bikim, biqîrim; Elî, Heyam, Ziyat hûn baş in? Lê dengê min dernediket.

EZ LI GEL HEVRÊYÊN XWE ME

Heval hatibûn li birînên min nihêrtibûn û ez rakiribûn nexweşxaneyê. Çiqas dem derbas bû, çi qewimî nedihate bîra min. Min çend caran çavên xwe girtin. Bi ser hişê xwe ve çûm, cardin bi ser xwe ve hatim, lê ez dijiyam. Ez li gel hevrêyên xwe bûm, hevalê ku wesayîtê dajot gelek lez dikir. Eşkere ye ku rewşa jiyana min di xetereyê de bû. Ew ji bo min xemgîn bûn. Ji ber di rewşek wiha de ji bo min ketibûn telaşê, hêz da min.

Em gihiştin Nexweşxaneya Avrînê. Korîdor tijî mirov bûn. Gava ez ketim hundur, çavê min hê li erebeya din bû. Min nikarîbû bi tevahî bibînim. Bi rastî, min hîn jî baş nedidît, û min nikarîbû tam fam bikim ka çi diqewime. Hişê min diçû û dihat. Min nizanibû ku çend dem di ser gulebarana min re derbas bûye. Min dixwest ji hevalê cem xwe re pirs bikim ka çi diqewime, lê min nikaribû bipirsim.

LINGÊN XWE HÎS NAKE

Dema ku ez bi ser hişê xwe ve hatim, min fêm kir ku em di odeya emeliyatê de ne. Hewirdor belav bû. Xuya ye ku ne emeliyata ewil a rojê bû. Divê piraniya laşê min zirar dîtibe. Min lingên xwe hîs nedikir. Dema ku ez hatim ser xwe, çavên min bi benderan girtibûn, min nedidît. Min lingên xwe hîs nedikir, lê tiştê ku herî zêde ez xemgîn kirim ev bû, ma ez ê nikaribim êdî bibînim?

Min pirsî ez li ku me. Hemşîreyek got, ‘Nexweşxaneya Minbicê.’ Ez matmayî mam. Herî dawî ez li Efrînê li odeya emeliyatê bûm. Ez kengî hatim, çend roj derbas bûn, çi bû. Ji hemşîreyê hînbûm ku duh min anîne Minbicê. Gelek cih şikestîbûn. Ji ber wê min hîs nedikir. Dîtina min jî kêm bibû. Diyar e ji bo başbûnê dem hewce bû…”

HIŞÊ WÊ LI EFRÎNÊ BÛ

Roşîn dibêje: “Ev birîn wê baş bibûna, lê hîn ne diyar bû ku li Efrînê çi qewimîbû “û wiha berdewam dike: “Hevjîn, zarok, malbat û tevahî hevrêyên min li wir bûn. Berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dewam dike. Piştî demekê ji ber kêmbûna bijîşk û tejîbûna odeyên nexweşxaneyê, min ji Nexweşxaneya Minbicê derxistin û birin Kobanê.

Werimîna herdu lingên min nehişt ku ez bimeşim. Ji ber vê yekê dema ku min ji ambûlansê derdixistin, li ser sedyeyê min birin hundir. Min birin odeyek pêşde amadekirî, bijîşk li dora min kom bûn. Carekê ling û çavên min qontrol kirin. Bijîşkên ku gotin mudaxaleya pêwîst hatiye kirin bêyî ku tiştekî bibêjin ji odeyê derketin. Sê rojan ez li ber derî an jî li hundurê odê sekinîm û bi kursiya bi teker li odê gerîyam. Di van sê rojan de min nekarî biçim televîzyonê û li nûçeyan guhdarî bikim. Divê ez ji vir derkevim, bi hevalan re bim.

Ev hefteyek e ku em hatine Kobanê. Di vê demê de min êdî bi rêya telefonê xwe gihand nasên xwe yên li Efrînê. Bajar gelek caran hat bombekirin. Tirkan hewl dida qirkirina Kurdan pêk bîne. Nûçeyên ji Efrînê zelal bûn. Balefir bê navber bombebaran dikir, dengê teqînan qut nedibûn. Dijmin gel bombe dikir. Jixwe beriya Efrînê bi balafirên şer navçeyên Raco û Cindirêsê wêran kiribûn.

AGAHIYA ŞEHADETÊ DISTÎNE

Wê rojê xebereke wisa ji min re hat ku qêrîna min bû sedema serhildanê. Tiştekî qirika min girt, dest û lingên min dest bi lerzînê kirin. Dengê telefonê dixwest tiştekî ji min re bibêje, lê zehmetî dijî. Min çi dibihîst bawer nedikir. Dibe ku ji ber ku min nexwest bawer bikim. Tirkên barbar û çeteyên wan ên xwînxwar hevjîn û kurê min qetil kirin. Çavên min di cihekî de kilît bû û ne diliviyan. Min nizanîbû çi bifikirim. Hêsirên min nerijiyan, di hundirê min de herikîn. Dengê min çûbû, mîna ku di laşê min de xwîn nediherikî. Demekê min dengê hevjîn û kurê xwe bihîst. Li dora min kom dibûn, hinekan hembêz dikirin, hinekan li ser çokên min disekinîn, di nav hevalên min de cih digirtin û gazî min dikirin. Min kenê wan dît.

SOZA TOLHILDANÊ

Ji serî heta binî min ji dijmin nefret dikir. Ez ê tola wan bistînim. Mîna ku çirûskên agirê ku bi hesta tolhildanê di dilê min de dişewitî li çavên min diyar bûn. Piştî xewnên dûr û dirêj, ez hinekî hatim ser xwe. Êdî kurê min, hevjîn û hevrêyên min ên ezîz nemabûn. Min nikarîbû di kêliyên wan ên dawî de bi wan re bim. Ev fikir min xemgîn dikir.

Piştî berxwedana 58 rojan Efrîn di bin dagirkeriyê de bû. Birînên min, hindik be jî baş bibû. Êdî dema çûyîna Şehbayê hatibû. Heman raman yekser piştî ku wesayit bi rê ket û hema hema li seranserê rê di hişê min de derbas dibûn. Ez ê kengî û çawa derketibama pêşiya dijmin? Ez ê çawa tola wan hilînim? Min ji xwe re got ez ê soza tola xwe bi têkoşînê hilînim.”