Bernameya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî îro li Baselê tê lidarxistin

Bernameya Helbet û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî ya 28'an ku wê bi pêşengiya aktivîstên YXK Û JKX pêk were, îro li Baselê wê were lidarxistin.

Bernameya Helbest û Çîrokê ya ya Huseyîn Çelebî ya cara 28'an wê îro 23'yê Cotmehê li kantona Baselê Swîsre pêk were. Bername saet 14:00'an li adrêsa 'Elsässerstrasse 215, 4056 Baselê wê pêk were.

Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan‎ (YXK) ve Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK), ragihand ku bi dirûşma ''Wêje, huner û berxwedanê bi me re pîroz bikin!'' wê Bernameya Helbest û Çîrokê ya 28'an a Huseyîn Çelebî li dar bixin.

Bernameya 28'an a Helbet û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî ji bo salvegera 30'î ya damezirandina YXK'ê îsal 23'yê Cotmehê bi bernameyan wê li kantona Baselê ya Swîsre were lidarxistin.

Kesên ku xelat girtine wê navê wan were aşkerekirin.

Komîteya haziriyê malavayî li endamên juriyê kir.

Juriya zimanê Kurdî ji van navan pêk tê:

Elixan Loran
Renas Jiyan
Fatma Savci
Dilawer Zeraq
Luqman Guldive
Yildiz Cakar

NAVEROKA BERNAMEYÊ

-Di bernameyê de wê pêşengaha Serdar Mutlu hebe.
-Li ser navê TJK-E'yê axaftin were kirin.
-Bavê Huseyîn Çebelî Rifat Çelebî wê axaftinekê bike.
-Aktivîstên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) wê biaxivin.
-Hevalên Huseyîn Çelebî wê biaxin.

Her wiha Koma Hîvron, Hozan Şemdîn wê bistrînin, komên govendê wê govendê bigerînin.

Komîteya Amadekar bang li welatparez, derdorên demokratîk û wêjehezan kir ku tevlî bernamê bibin.