Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku li Rojhilata Navîn çareserî di fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ye. Kartal banga helwesta neteweyî kir û got: “Hilweşîna dewleta Tirk ji bo Kurdistanê tê wateya azadiyê.”
KCK’ê diyar kir ku armanca esas a serdana Erdogan a li Iraqê, fermîkirina dagirkeriyê û rewakirina êrîşên nû ye û bang li her kesê kir ku li dijî planên dewleta Tirk a ji bo êrîşên nû û dagirkirina xaka Iraqê, rabin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wê di dema nû de rêxistinbûn û pêşketinê esas bigirin û got: “DEM Partiyê li Tirkiyeyê encamên hilbijartinê û rotaya siberojê diyar kiriye.”
Konfederasyona Sendîkayên Skoçyayî ku li Îngilistanê nûneriya zêdeyî nîv milyon karkeran dike, di kongreya giştî ya 2024’an de biryar da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku tevî hemû êrîş û hîleyan di hilbijartinan de serketina dîrokî hate bidestxistin û AKP’ê 10 navend desteser kirine.
Koordînasyona KJK'ê got, "Ji bo cîhaneke bi rengê jinê û sîstemeke konfederal a demokratîk a jinê, ji bo jiyaneke azad a bi nirxên jinê em 18'ê Nîsanê salvegera damezrandina KJK'ê bi xurtkirina avakirina jiyaneke azad pîroz bikin."