Sekreterê Rêveber ê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê Hûgh Chetwynd anî ziman ku bala wan li ser tecrîda li Îmraliyê ye, ew ji nêz ve dişopînin û got, hefteya derbasbûyî ew bi parêzerên Abdullah Ocalan re rûniştin.
Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve serî li her rê û rêbazê dide û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve.
Partiya Çep a Ewropayê serdegirtina polîsan a li Stêrk TV û Medya Haber TV’yê bi tundî şermezar kir û got, "Serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li medya Kurd binpêkirina pîvanên hiqûqa Belçîka û Ewropayê ye. Divê rayedarên Belçîkî daxuyaniyê bidin."
Ji rêveberên Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîon Paûl Karavanagh diyar kir ku aqlê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne û got, "Bi nivîs û teoriya xwe lîderiyê dike. Dibe hêvî."
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî çapemeniya Kurd û jinên Kurd da û got: “Em bang li hemû jinan dikin; em li dijî şer, xizanî û bêkariyê berxwedanê mezin bikin.”
Zext û binçavkirina li dijî xebatkarên çapemeniya azad hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi polîtîkayên şer hate kirin û hate ragihandin ku desthilatdarî êrîşî rastiyê dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla yên bi sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin, sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.