Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû nerazîbûn nîşanî êrîşên li dijî çapemeniya Kurd û jinên Kurd da û got: “Em bang li hemû jinan dikin; em li dijî şer, xizanî û bêkariyê berxwedanê mezin bikin.”
Zext û binçavkirina li dijî xebatkarên çapemeniya azad hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de işaret bi polîtîkayên şer hate kirin û hate ragihandin ku desthilatdarî êrîşî rastiyê dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Zapê di çalakiyên gerîla yên bi sekvaniyê de dagirkerek hate cezakirin, sîstemên kamera yên mobesse hatin îmhakirin.
Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku êrişa li ser kedkarên çapemeniyê yên li Ewropayê û binçavkirina şoreşgerên Kurd 'Êrîşeke NATO'yê ye' û got, "Wê ti carî destûr neyê dayin ku careke din tasfiye li ser gelê Kurd bê ferzkirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê dîmenê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Doga Viyan weşand ku 17'ê Sibatê hate kirin û di encamê de 37 dagirker hatin cezakirin.
Parêzer Etîenne Lesageyî got: ‘’Êrîşa polîsan a li dijî saziya medyayê ya ku deriyê wê ji her kesê ku dixwaze xwe bi awayekî azad îfade bike re vekirî ye, ji aliyê hiqûqî û demokrasiyê ve bi fikar e.’’
Li dijî terora dewletê ya li ser xebatkarên Çapemeniya Azad û çapemeniya Kurd, li gelek bajarên Ewropayê gel daket qadan û peyamên, "Destê xwe ji Medya Haber TV û Stêrk TV'yê bikşînin û Hûn ê nikaribin dengê me qut bikin" dan.