Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser gefên li ser partiya wan û got, "Hûn çi bikin jî hûn ê mîna her pêkhateyên li dijî vîna gelan disekinin hilweşin. Em ê weke li Wanê rê nedin we.”
Kedkarên çapemeniyê yên Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşa polîsên Belçîkayê ya li dijî saziyên çapemeniya azad Stêrk TV û Medya Haber TV’ê ya di şeva 23’yê Nîsanê de banga beşdarbûna çalakiya li pêşiya Qesra Edaletê ya li Brukselê kirin.
CPT di rapora xwe ya salane de cih neda Îmraliyê, Sekreterê Rêveber ê CPT Hûgh Chetwynd, ji rewşa Îmraliyê rayedarên Tirk berpirsyar dît û got: “Yê ku biryarê bide bê rapor kengî bê weşandin, rayedarên Tirk in.”
Navenda Ragihandin Û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-BÎM), nasnameyên gerîlayên bi navê Ararat Herekol û Zîn Zagros ên di 1'ê Nîsanê de li herêma Garê şehîd bûbûn eşkere kir û ji gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.
Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar anî ziman ku dewleta Tirk ji bo li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi ser bikeve serî li her rê û rêbazê dide û got, "Dewleta Tirk çi dike bila bike, nikare li hemberî gerîla bi ser bikeve.
Partiya Çep a Ewropayê serdegirtina polîsan a li Stêrk TV û Medya Haber TV’yê bi tundî şermezar kir û got, "Serdegirtina polîsên Belçîkayê ya li medya Kurd binpêkirina pîvanên hiqûqa Belçîka û Ewropayê ye. Divê rayedarên Belçîkî daxuyaniyê bidin."
Ji rêveberên Martîn Mc Gûînnes Paece Foûndatîon Paûl Karavanagh diyar kir ku aqlê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehê nîne û got, "Bi nivîs û teoriya xwe lîderiyê dike. Dibe hêvî."